• DOLAR 32.207
  • EURO 35.005
  • ALTIN 2502.42
  • ...
Li Kanadayê êrîş li mizgeftê hat kirin: 5 kes hatin qetilkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ku li bajarê Québeca Kanadayê êrîşa çekdar li Navenda Çanda Îslamê ya Bajarê Québecê ya ku Misliman li wir îbadet dikirin. Di encama êrîşê de 5 kes hatin qetilkirin.

Gor agahiyên hatine bidestxistin 3 kesan bi çekan gule li ser kesên ku dê nimêja eşayê eda bikiribana hat reşandin. Di encama êrîşê de 5 kesên ku navên wan ne diyar in mirin. Tê gumankirin ku dê jimara kesên jiyana xwe ji dest dane zêdetir bibe.

Berê jî serê berazê danîbûn li wir

Her wiha tê zanîn ku di Meha Remezana sala 2016an de jî serê berazê ji teref kesên nediyar ve li ber Navenda Çanda Îslamê ya Bajarê Québecê hatibû danîn. (ÎLKHA) 



Bu haberler de ilginizi çekebilir