• DOLAR 32.41
  • EURO 34.663
  • ALTIN 2393.953
  • ...
Parvekirinên Burhan Kuzu yên di derheqê Şêx Seîd de bûn sedema bertekên tund
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hêj ji êrîşên wesayîta bombebarkirî yên ku li Stenbolê û Qeyseriyê hatin kirin re nîşandana bertekan berdewam dike, ji rexê din ve jî  parvekirinên  provakatîf ên ku ji ser medyaya civakî tên parvekirin balan dikşînin li ser xwe.

Her roja ku derbas dibe parvekirinên ku dê bibin sedema fitneya qewmî û mezhebi tên parvekirin ku ev yek jî balan dikşîne li ser xwe. Ji rexê din ve Endamê MYKYê yê AK Partiyê û Parlementerê Stenbolê Burhan Kuzu yê ku di TBMMê de ye û qaşo profesor e  ji ser medyaya civakî di derheqê Şêx Seîd de parvekirinan  kir û  heqaret li Şêx Seîdê  ku mazlûmiyet, masumiyeta wî tê zanîn kir. Ji ber van parvekirinên Kuzu yên ku di wan de heqaret hebûn ji Burhan Kuzu re xelk bertekên tund nîşan da.

Burhan Kuzu piştî êrîşa li Qeyseriyê re ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî di derheqê Şêx Seîd de wiha parvekirinan kir: “Hevdîtinên Lozanê dest pê kirin,  di Konferansa Stenbolê ya ku tê de meseleya Mûsil dihat axavtin de li rojhilatê  ew nemerd wê isyana Şêx Seîd derxistin ku ev kes heman kesên nemerd ên îro ne.”

Bikarhênerên twîtterê ji  Parlementerê AK Partî Burhan Kuzu re wiha bertek nîşan dan:

Vedat Turgut:  Bi zihnîyeta CHPê ji Şêx Seîdê ku di ekseriyeta dilên Kurd û Tirkan cî girtiye gotine nemerdbûnê îxanet e.

Cemal Toptanci:  Xoca hiqûqnasekî baş e, lê wî  meselê bêyî ku hisabê ji wê zihnîyeta ku tarîxa sexte pê dane xwendin bi pirse şîrove kiriye.

Abdullah Aslan:  Ger ku ji bo Şêx Seîd hêj lêborînek nehatibe xwestin  em wê demê sedemên ku ji mişkîleyên me re dibin çavkanî ji nû ve çêtir fêm dikin.

Fatîh Tezcan: Şêx Seîd şehîd e, hûn ji şehîd re nemerd dibêjin û hûn şewirmendê serokomar in. Makeqanûna nû jî hûn amade dikin. Kabûs ev e.  Parlementerê me yê ku ji şehîd re bibêje nemerd nîne.  An ew ê tu Şêx Seîd baş nasbikî û lêborîna xwe bixwazî yan jî  ew ê tu ji wekîltiya xwe îstîfa bikî û derbasî CHPê bibe.

Selamî Haktan: Heddê xwe bizabine efendî! Şêx Seîd li ber wan kesên ku Osmanî xera kirin serî hilda. Îstîfa bike û derbasî CHPê bibe, cihê te ew der e.

Mufîd Yuksel: Ji Şêx Seîd re gotina we ya nemerdbûnê qetiyan nayê qebûlkirin. Dewlet bixwe serîhildana Şêx Seîd proveke kir. Şêx Seîd qetîyen ne xaîn bû.  Şêx Seîd terefdarê Abdulhamîdê duyemîn bû, ew ne xaîn bû.

Îbrahîm Sediyanî:  Nemerd ji nifşa te ya hov re tê gotin. Ez ji te re nabêjim ‘nemerd.` Lewra ew jî seviyek e. Twîtter nîşanî me da ku tu çal î.

Gotinên Burhan Kuzu û yên Serokê PKKê Abdullah Ocalan li hev kirin, lewra Ocalan jî hevdîtinên di sala 2009an de destnîşan kiribû  ‘ Şêx Seîd bikaranîn û Mûsil û Kerkukê bi dest xistin.`  Ji ber vê lihevkirina gotina her du şexsan bikarhênerên twîtterê destnîşan kirin ‘ Xalên hevpar ên Burhan Kuzu û Abdullah Ocalan` , ‘Burhan Kuzu û Abdullah Ocalan li heman xalê hatin bal hev.`

Raya giştî ji ber vê heqareta ku hatiye kirin li benda Burhan Kuzu ye da ku lêborînê bixwaze.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir