"Emperyalîzm dixwaze erdinagariya Îslamê bi kaos û tevlîhevîyê teslîm bistîne"
Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz beşdarî semînera ku ji teref Serokatiya Bajêra Edenê ve hat tertîpkirin bû. Yavuz di semînerê de geşedanên dawî yên li Sûriyê û di derbarê mijarên di rojevê de nirxandinên balkêş kir.
Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz beşdarî semînera ku ji teref Serokatiya Bajêra Edenê ya HUDA PARê ve hat tertîpkirin bû. Yavuz di semînerê de geşedanên dawî yên li Sûriyê û di derbarê mijarên di rojevê de nirxandinên balkêş kir û dest nîşan kir emperyalîzm dixwaze erdinagariya Îslamê bi kaos û tevlîhevîyê teslîm bistîne.
Yavuz di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir tefrîkaya qewmiyetperestî û mezhebperestiyê ya di nava Mislimanan de gihaştiye asteke bi xeter ku ev şidet û tevlîheviya ku tê xwestin di nava Mislimanan de bê derxistin ne ya qebûlkirinê ye.
Yavuz her wiha ji Xweda Teala ji bo kesên ku di êrîşa li Qeyseriyê de rehmet kirine rahmet, ji bo kesên ku birîndar bûne şifa û ji bo malbatên wan sebrê teleb kir û dû re destnîşan kir ev êrîş ji teref kî ve hatibe kirin ferq nake divê bê tel’înkirin û pêwîst e hemû kes li dijî van êrîşan bibe xwediyê eqla selîm.
“Plan û projeyên hêzên emperyalîstan li ser cografyaya Îslamê hene”
Yavuz di berdewama axavtina xwe de balan kişande li ser şer û zilm, qetlîam ku li cografyaya Îslamê tê kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Listîkên hêzên emperyalîst ên ku Emrîka û Ewrûpa ji wan re pêşîvantiyê dike li dijî erdnigariya Îslamê hene ku divê Misliman li dijî van lîstikan bi dîqet bin. Her wiha plan û projeyên hêzên emperyalîst ên li ser cografyaya Îslamê hene. Navê vê projê ‘Kaosa Afîrîner’ e. Kaosa afirîner çi ye? Kaosa afirîner tê maneya bi şikleke bi kontrol li her derî belavkirina bêîstîqrarî, anarşî, xwîn û şidetê ye û ji ser vê yekê jî derxistina pevçûnan e. Xala hevpar a êrîşên ku îro li Qeyseriyê û berî niha jî li Beşîktaş, Edene, Diyarbekir, Enqere, Şernex û li Çewlîgê hatin kirin ev e. Emperyalîzm dixwaze erdinagariya Îslamê bi kaos û tevlîhevîyê teslîm bistîne. Ji bo ku em ji vê yekê re firsetê nedin divê me bi şikleke eseh birawestin.”
“Di warê lêgerîna heqan de serîlêdana şiddetê divê qetiyan neyê bikaranîn”
Yavuz di berdewama axavtina xwe diyar kir ew berî niha wek HUDA PARê çendîn carî bi defaatê destnîşan kirine ku bi şidetê lêgerîna mafan ne rê û rêbazek e û ji hawirdora kaos û şidetê yê ku dê pêk bê dê hemû kes zirarê bibîne. Yavuz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Mişkîle û problem çi be bila bibe ferq nake, di warê lêgerîna mafan de divê bi şidetê lêgerîna heqan tu car nebe rê û rêbazek. Lewra şidet dibe sedema şidetê. Di nava helwesteke êrîşkar de li cihên jiyanê yên xelkê teqandina bombeyan û bi bombeyan êrîş kirin ne Îslamî, ne însanî ne exlaqî û ne jî wijdanî ye. Teqez divê em ji vê qada şidetê ya ku dixwazin me bikşînin navê xwe xelas bikin.”
“Em bê şik û şiphe vê şidetê red dikin”
Yavuz di berdewama axavtina xwe di derbarê Sûriyê de nirxandinan kir û destnîşan kir divê ji trajedî û dorhêla Sûriyê ders û ibret bên girtin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Divê bi xwediyê eqlê selîm geşedanên li Sûriyê bên nirxandin û divê ji ser manîpulasyonan neyê hereketkirin. Yan na di nava çend salan de ew kesên ku me ber bi şerê navxweyî ve dikşînin dê bi şiklên cuda cudahiyên qewmî, mezhebî, îdeolojîk har bikin an jî dê cudahiyên di bingeha dînî de derxin pêş û dê ji ser van jî weke ku li Sûriyê hat kirin ew ê me bixin nava şerên tolhildanê û fitneyên mezin. Bi vî awayî em ê ji wê projeya ku emperyalîzm dixwaze bi kaos, bêîstîqrarî û şidetê me êsîr bistîne re xizmetê bikin. Ji ber vê yekê ye ku em bê şik û şiphe vê şidetê red dikin. Em wek HUDA PARê destnîşan dikin ku em bi dengekî bilind û bêyî ku ji lomeya lomekeran bitirsin vê hakimkirina pevçûn û şidetê ya ku tê xwestin li ser cografyaya Îslamê bê hakimkirin red dikin.”
“Bila em wek Mislimanan mişkîle û problemên xwe di nav xwe de çareser bikin”
Yavuz di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir divê meseleyên Mislimanan ji emperyalîstan re neyên hawalekirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bila em wek Mislimanan mişkîle û problemên xwe di nav xwe de çareser bikin. Ji bo vê yekê ew Misliman mecbûr in ku werin bal hev. Ger ku Tirkiye û Îran wê polîtikiya çewt a di warê Sûriyê de ji ber çavan derbas kiribana û serî li rêya çareserkirinê dabana em ê îro van tiştan nejiyabana.”
“Ger ku em êş û elemên birayên xwe yên Sûriyeyî di dilê xwe de hîs nekin em ê di warê îmana xwe de şiphe bikin.”
Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir hinek derdor di warê meseleya Sûriyê de rexneyên neheq li camiaya HUDA PARê dikin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em ji bo Helebê û ji bo birayên xwe yên ku bûne penaber di warê alîkariyê de li herî pêş in. Ger ku em êş û elemên birayên xwe yên Sûriyeyî di dilê xwe de hîs nekin wallahî divê em ji îmana xwe şiphe bikin. Gotina vê yekê tiştekî cuda ye. Em di warê alîkariya madî û manewî de her tim li ba wan cî girt û em ê vê helwesta xwe jî bidomînin.”
“Li Sûriyê xeletî tên kirin, faturaya van xetayên siyasî ji mezheb an jî qewmekî re birîn xetayeke mezin e.”
Yavuz di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir faturaya xetayên siyasî yên li Sûriyê ji qewmekî an jî ji mezhebekî re birîn dê bibe xetaya herî mezin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji ser meseleya Sûriyê hewil tê dayîn da ku ummet bê parçe parçe kirin û hewil tê dayîn ji ser vê meselê ummetê berdin hev ku ev yek jî xetereyeke pir mezin e.”
“Îran, Tirkiye û alema Îslamê ji ber ku vê meseleya navxweyî di nav xwe de çareser nekiriye şaşîtî û çewtî kiriye”
Yavuz di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ji ber ku Îran, Tirkiye û alema Îslamê vê meseleya Sûriyê di nav xwe de çareser nekirine şaşîtî û çewtî kirine. Yavuz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Îran jî Tirkiye jî û Erebîstana Sûid jî çewtî kiriye. Ew bi kirina polîtîkayên çewt bûn sedem ku Emrîka û Rûsya bên van deran. Ji xeynî van tiştan ji ser encaman zêdekirina geşedaniyan û gotin û kiryarên ku dê bingeha pevçûn û cudahiyên qewmî û mezhebî bavêjin dê ji vê yekê bi xeter bin. Qewimîna tiştekî wisa te maneya Edene, Diyarbekir û Enqerê ya mîna Helebê. Bi izna Xwedê dê xelkê me van dafik û kêmînan fêm bike û dê neyê vê listîkê.”
“Em wek HUDA PARê piştgiriyê didin hemû cûr teşebûsên aştiyê”
Yavuz di berdewama axavtina xwe de diyar kir digel temamê çewtî û xetayan dîsa yê ku dê meseleya Sûriyê çareser bike welatên Mislimanan e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Welatên Îslamê ji bo ji vê çewtiyê vegerin û ji bo çareseriyan peyda bikin divê xebatên xwe xurt bikin. Di vî warî de em wan xebatên agirbestê yên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û yên hikûmetê erênî û musbet dibînin. Em wek HUDA PARê piştgiriyê didin hemû cûr teşebûsên aştiyê.”
“Em ehlê qiblê tekfîr nakin”
Yavuz di berdewama axavtina xwe de bersiva rexneyên ku di warê ‘Hûn çima Îranê rexne nakin’ de li partiya wan tê kirin da û wiha li pê de çû: “ Kesên ku rexnê bi heqaret û sihêvan tevlîhev dikin hene. Ji bo mirov ji tiştekî re bibêje çewt e hewce nake ku îlla heqaretan bike. Bêexlaqî, peyva kufrê û isyan di kitêba me de nîne. Em rexne dikin û dibêjin çewtiyê dike. A niha heman tiştî di warê meseleya Sûriyê de jî dikin. Ji bo ku em bibêjin Îranê çewtî kiriye gelo me hewce dike em îlla bibêjin ‘Îran kafir e.’? Em xwe dispêrin Xwedê. Em ehlê qiblê tekfîr nakin. Em wekî hinek derdorên ku dibêjin ‘Şîa kafir e û kesên ku wî tekfîr neke jî kafir in’ nabêjin û xwe ji vê yekê ji Xwedê re dispêrin. Ev hişmendiyeke pir seqet e. Encax me berî niha çendîn caran di vî warî de anî zimên ku polîtîkayên Îranê yên di warê Sûriyê de çewt in û em hêj jî vê yekê tînin zimên. Her weke çawa ku me gotibû polîtîkaya Tirkiyê çewt e.”
“HUDA PAR temînata sulh û selametiyê ya Tirkiyê ye”
Yavuz di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir HUDA PAR temînata sulh û selametiyê ya Tirkiyê ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Meşreb, mezheb, qewmiyet û aîdiyeta wan çi dibe bila bibe em însanan ji ber ku însan in qebûl dikin. Her wiha em van cudahiyan ne sedema pevçûnan; wek ayetên Xwedê dibînin. Ji ber vê yekê em wê geşedaniya ku tê xwestin bê zêdekirin şaş dibînin. Em vederkirina hev a ummeta Îslamê ya ku bi peyvên emperyalîstan tê kirin û tê xwestin ummeta Îslamê bê parçekirin munasîb nabînin. Gelo ma dibe qewm, ziman û dînê zaliman hebe? Ger Esed ne Nusayrî be û Sunnî bana dê çi bûbana? An jî Sîsî Sunnî ye dê çi bibe? Dê kî bersiva vê yekê bide? Bi temametî nefret û kîn tê zêdekirin. Ev jî Helebeke nû ye?” (ÎLKHA)