• DOLAR 32.284
  • EURO 34.818
  • ALTIN 2451.46
  • ...
Rahmet Eliya Wanê alîkarî li 783 malbatan kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rehmet Eliya Wanê ya endamê Platforma Umut Kervani rapora xwe ya meha tebaxê bi raya giştî re parve kir. Komele ragihand ku di meha tebaxê de di qîmeta 58 hezar lîreyan de alîkarî li 783 malbatan kiriye.

Serokê Banqeya Zadan a Rahmet Elî Sabrî Yildirim di derheqê rapora xwe ya mehane de agahî da. Yildirim diyar kir ku li Wanê wek komele di meha tebaxê de di qîmeta 58 hezar lîreyan de alîkarî li 783 malbatan kiriye.

Yildirim wiha li axavtina xwe zêde kir: “Wek komle me li bajarê me di meha tebaxê de bi tevahî li 297 malbatan alîkariya cil û berg, pere û xurekê hat kirin. Alîkariya ku me li Wanê kiriye bi tevahî di qîmeta 40 hezar û 514 TLan de ye. Her wiha gelê Cizîrê ya ku ji ver şer û qedexeya derketina derve mexdûr bûye ji me daaxwaziya alîkariyê kir. Me jî li ser vî yekê ji Wanê wek alîkarî ji wan re xurek, cil û berg û eşyayên ji bo mal ji wan re şand. Di bergeha vî yekê de li Cizîrê bi tevahî li 486 malbatan di qîmeta 17 hezar û 490 TL alîkarî hatiye kirin.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir