Li Rihayê di lêpirsîna FETO de 359 kes hatin girtin
Li Rihayê di bergeha lêpirsîna ku di derheqê hewldana derbeya 15ê Tîrmehê dihat rêvebirin de heta niha jimara girtiyan derket 359an.
Piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê di bergeha lêpirsîna ku di derheqê FETO de dihat rêvebirin de jimara qeymeqam, hakim, dozger, parêzer, akademîsyen û polêsên ku hatine girtin derket 359an.
Hat ragihandin di encama operasyonên ku di bergeha FETO de hat lidarxistin de jimara kesên piştî hatine binçavkirin û dûvre hatine girtin derketiye 359 an.
Çend roj berê ji 70 hakim û dozgeran 49ê wê hatin girtin û di heman bergehê de 365 polês hatin binçavkirin û ji vî 365 polêsan 263 kesê wê ji teref mehkemê ve hatine girtin. (ÎLKHA)