• DOLAR 32.284
  • EURO 35.005
  • ALTIN 2444.464
  • ...
 "Dînê Îslamê ji bona damizrandina Kurdistanê tu car nebû asteng"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn doh li Enqerê Kongreya Mezin a Asayî ya 2yemîn a HUDA PARê hat tertîpkirin. Ji derveyê welêt û ji nava welêt jî gelek mêvan beşdarî vê kongreyê bûn. Ji Kurdistanê Başûr ji birêvebirên KDPê û nûnerê Mesûd Barzanî  Ehmed Kanî jî beşdarî kongreya HUDA PARê bû.Ehmed Kaniyê ku nûnerê Mesûd Barzanî ye di Kongreya Asayî ya 2yemîn a HUDA PARê de axvtinek kır û diyar kir “Tu wextî û li tu derî dînê Îslamê ji bona damizrandina Kurdistanê tu car nebû asteng û divê Kurd ji hemû kesî zêdetir ji Îslamê re xizmetê bikin.”

Nûnerê Mesûd Barzanî û birêvebirê KDPê Ehmed Kanî di kongreya ku hat tertîpkirin de axavtinek kir.Kanî di axavtina ku kir de wiha axivî: “İro ji ber ku ez li kongreyeke bi vî awayî mezin de cî girtime gelek zêde serbilind û şanaz im. Ez wek nûnerê Serokê Kurdistana Başûr Mesûd Barzanî beşdarî vê kongereyê bûm û min silavên wî ji we re anî.Ez we bi silavên endamên Partiya Kurdistana Demokrat û bi silavên aştî û biratiyê ya xelkê Kurdistanê silav dikim.”

“Serdestî û raseriya Tirk, Ereb, Kurd û Farisan ji hevdû re tune ye”

Kanî di berdewama axavtina xwe ya ku li kongreyê kir de  wiha axivî: “Xweda Teala wisa ferman dike; ‘ Bi rastî jî me we ji mêr û jinekê afirand û ji bona ku hûn hevdû nas bikin me we wek millet û qabîleyan ji hev veqetand.Bêşiphe li ba qeta Xweda Teala ji we yê herî bi qedr û qiymet kesên ku zêdetir xwedî teqwa ne.Bêşik Xwedê Teala ji her tiştî bi hekê wê xeberdar e û bi heqê wê jî dizane.’ Digel ku Hz. Muhammedê ku Xatemul Enbiya ye çi qas ji nava Kureyşiyên  Ereban derketibe jî  serdestî û raseriya Tirk, Ereb, Kurd û Farisan ji hevdû re tune ye.Kesên ku li ba qeta Xwedê serdest û raser in kesên bi  teqwa ne.Ji însanên ku ji Xweda bawer dikin pê ve tu însan ne xelifeya/ê Xweda Teala ye.Ji Xweda re xizmet ji însanan re xizmet e.Dînê Îslamîyetê dînê însaniyetê ye, dînê ji însanan re xizmet kirinê ye.Dînê Îslamê yekîti û biratiyê ye. Dînê Îslamê ne ew dînê ku însan xwe ji hinek kesan serdest û raser bibîniye.”

 “Dînê Îslamê dînê kesên ku azad in”

Kanî di berdewama axavtina xwe de diyar kir dînê Îslamê dînê kesên ku azad in û dû re wiha pê de çû: “Pêwîst e em Kurd ji hemû kesî zêdetir û bi şikleke xweşik dînê Îslamê fêm bikin da ku em karibin bibînin tiştê herî xweşik ji Îslamê re xizmet kirin e.Xizmetkirina ji dînê Îslamê re ji însanan re xizmet e , parastina jiyanê ye û jiyandina azadiyê ye.”

“Ji bo Îslam li her derê hakim bibe divê xelkê Kurdistanê hewl bide”

Kanî di berdewama axavtina xwe de ji Qur’ana Kerîm vê ayetê bi bîr anî ‘Ew kes in ku gotinan guhdar dikin û tabîe gotina herî xweşik dibin.Vaye ew kes ji wan kesên ku Xweda wan gihaştandiye hîdayetê ne.Û vaye ew kes dîsa ew kes in ku xwediyê eqlê selîm in.’ Û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Têgihiştina Îslamê guh dide her terzê jiyan û birêvebirinê û xizmeta herî baş hildibijere. Ji bo Îslama ku temamê fikran muhafeze dike û nîşaneya exlaqa xweş û hereketên xweşik e  li her derê hakim bibe divê xelkê Kurdistanê hewl bide.”

 “İro em Kurd di nava çi cûr fikir û têgihiştinê de bin ferq nake pêwîst e ku em çand û exlaqa xweş û roniyê piştguh nekin.”

Kanî di berdewama axavtina xwe de diyar kir tiştê herî xweşik a ku ji teref Xweda ve ji însanan re hatiye bexşkirin exlaqa xweş e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xweda Teala di Qur’ana Kerîm de ji pêxemberê xwe re  wiha dibêje ‘ Miheqqeq tu li ser exlaqeke mezin î.’ Şîroveya vê ayetê wiha ye; Ey Pêxemberê Xweda! Ey însanê ku me wî ji bo beşeriyetê şandiye! Tu xwediyê exlaqê xweşiktir û mezintir î.Ka lê binêrin.Pêxemberê Xweda li dûv mal û milkê dinyayê neçû, ew li dûv exlaqa xweşik bû.Di dînê Îslam û di dînên semawî de tişte herî xweşik a ku ji teref Xweda ve ji însanan re hatiye bexşkirin exlaqa xweş e.Mela Mustafa Barzanî jî her tim wisa digot ‘Bibin xwediyê exlaqa baş û xweşik, bi fikrên xweşik jiyana xwe bixemilînin, bi kirina xizmeta bi exlaqa û tevgerîna xweşik û bi muhabbetê jiyana xwe îdame bikin.’ Ji ber vê yekê em Kurd di nava çi cûr fikir û têgihiştinê de bin ferq nake pêwîst e ku em çand û exlaqa xweş û roniyê piştguh nekin.Eger ku em bi vî awayî tevbigerin ew ê wê demê hinek kes me baştir û çêtir fêm bikin.”

 “Di daxiliya referandumê de em heqekî bi dest bixin û ji bo heremê em li Kurditanê bibin mînakeke xweşik”

Ehmed Kanî di berdewama axavtina xwe de di derbarê pêşeroja Kurdistanê de nirxandinan kir û wiha pê de çû: “Em hemû jî dizanin di bin banê Îslamê de gelek împaratoriyên mezin li Rojhilata Navîn hatin damizrandin.Ereb dewletên Emevî û Abbasî damizrandin.Farisan İmparatoriya Safeviyan û Tirkan jî ya Osmaniyan damizrandin.Lê mixabin û heyf ku Kurd di dîrokê de tu car heq bi dest nexistin û dewleta Kurdistanê nikaribûn bidamizrînin. Lê pêwîst e ku ev yek bê zanîn  li tu derê û bi tu wechê dînê Îslamê  li ber damizrandina Dewleta Kurdistanê nebû asteng û problem . Xweda Teala bibe dost û alîkariya Kurdan. Em di nava çarçoveya azadiyê de temamê fikr û dînan nexasim ji bo dînê Îslamê di daxiliya referandumê de heqekî bi dest bixin  û ji bona heremê li Kurdistanê bibin mînakekî xweşik.

 “Cenabê Barzanî  di warê aştiyê de amade ye ku alîkariyan pêşkêş û teqdîm bike”

Kanî di dawiya axavtina xwe de qala pêvajoya ku ji ber pevçûna hatiye sekinandin kir û wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Em piştgirî û destekê didin pêvajoya çareseriyê.Birayên min! Ez bi temamê qenaetê xwe dibêjim ku mixabim îro zehmetî û tengasiyek berê xwe daye Kurdistanê.Tiştên ku DAÎŞê kirinê li ber çavan e.Em dixwazin pêvajoya çareseriyê cardin dest pê bike.Cenabê Barzanî amadeye ku di warê aştiyê de alîkariyê pêşkêş bike.Ez bi vê minasebetê teleb û hêvî dikim ku kongreya we bibe wesîleya xêran û ez aştiyê temennî dikim.”(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir