• DOLAR 32.518
  • EURO 34.753
  • ALTIN 2407.367
  • ...
Qetlîama zarokan a 21 sal berê nayê jibîrvekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Gundê Mîtenga navçeya Qabilcewza Êlihê di 15ê Gulana 1995an de PKK wek qetlîamên din 2 zarokên qîz ên ku li ber pez bûn qetil kir. Ev qetil di gel çendîn salên ku derbas bûye nayê jibîrvekirin.

Xuşkên Husna (7) û Sabrîye (9) Çelîkên ku di 15ê Gulana 1995an de ji teref PKKê ve hatibû qetilkirin hêj jî ji nehatine jibîrvekirin.

Apê her du xuhayan Huseyîn Çelîkî di derbarê vî qetlê de ji ÎLKHAyê re axivî. Çelîk diyar kir piştî ku her du xuhayên wî ji teref PKKê ve hatine qetilkirin gundika wan jî hatiye şewitandin. Her wiha çelîk destnîşan kir ji ber ku wan wî çaxê bersiva vî çalakiyê dane şer di nabeyna gundî û PKKyiyan de qewimiye.

Çelîk wiha qala wehşeta PKKê kir: “Di 15ê Gulana 1995an de her du xuhayên min Husna û Sabrîye şehîd bûn. Ew ji davika ku ji teref PKKê ve hatibû vedan agahdar nebûn. Dema ku wan sexelan diçêrand teroran wan dîtin û xwastin ku teslîm bibin. Xuhayên min ji ber ku teslîm nebin revîne. Dema ku revîne PKK li wan gule reşandiye. Ji wan yekî li wir şehîd bûye. Yekî ji wan 7 a din jî 9 salî bû. Yekî ji wan xelas bû. Wê bang kir got li wir teror hene. Ji bo ku xuhahya xwe xelas bike ew dûbare vegera û aliyê bûyerê ve çû. PKKyiyan wê jî şehîd kirin.”

Çelîk destnîşan kir piştî ku ew bi PKKê re ketin şerê PKK di bin erdê de mayîn bi cî kir û dema ku gundî pê li mayînê dikin mayîn diteqe û yekê wî jiyana xwe ji dest dide û 3 kes jî birîndar dibin.

Çelîk bal kişand ji ber ku wan wek gundî dîndar bûne û serî li ber PKKê netwandine hertim di hedefa PKKê de bûne. Dûvre Çelîk axavtina xwe wiha domand: “Fayda PKKê ji tu kesî re tune. Ev doza ku PKK diparêze bi Kurdayetiyê re tu eleqe tune. Bila tu kesî baweriya xwe liv an neyne. Dikevin nav malên Kurdan, malên wan xirab dikin. Ew fedî çiye nizanin. Kurd vî yekê ji Kurdan re dike gelo? Wek Kurd, Tirk, Ereb, Laz û Çerkez em niyazmandê biratî û yekitiyê ne.”

 “Rêya ku PKK dimeşîne rêya wehşet û zilmê ye”

Çelîk diyar kir di gel çendîn salên ku derbas bûye qetla her du xuhayên wî nayê jibîrvekirin. Dûvre Çelîk wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di sala 1995an de PKK 2 xuhayên min qetil kir. Xuhayên min sexelan diçêrandin. PKKya ku berê davik vedabû bi şiklekî wehşiyane wan qetil kir. Qetilkirina zarokan zilmekê mezin e. Rêya ku PKK dimeşîne rêya wehşet û zilmê ye. Me hêj jî şewata her du xuhayên min ên ku 21 sal berê hatibûn qetilkirin ji bîr ve nekiriye. Ev zilm nayê jibîrvekirin.” (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir