• DOLAR 32.161
  • EURO 34.742
  • ALTIN 2448.13
  • ...
Pîreka ku wesayîtê lê xistibû hat definkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn duh Xatun Elhamana 76 salî li semta Ofîsa Diyarbebekirê dema ku dikir derbasî hember bibe wesayîta eskeriyê lê xistibû û jiyana xwe ji dest dabû. Elhamana ku jiyana xwe ji dest dabû  li Goristana Yenîkoya navçeya Baglarê spartin axê.

Elhamana ku nimêja wê ya  cenazê hat edakirin dû re ji teref hezkirîyên wê ve hat definkirin.

Lijneyek ji Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê  ya HUDA PARê  piştî karên definkirinê ji malbata Elhaman re serxweşiyên xwe anîn ziman.

Ji bona Xatun Elhamana  76 salî ya ku wefat kiribû li navçeya Baglarê li Mala Şînê ya Yamaçiyan cihê taziyê hat vekirin.(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir