• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Yetîm-Dera Ewrûpayê li Srî Lankayê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yetîm-Dera Ewrûpayê ya ku çar terefê dinyayê karûbarên xwe bi rê ve dibe û alîkariya feqîran dike xizmetekê din pêk anî.

Yetîm-Dera Ewrûpayê ya ku di çar terefê Ewrûpayê de karûbarên xwe bi rê ve dibe û alîkariya feqîran dike di bergeha Projeya Bîrên Avê de li bajarê Anuradhapura Srî Lankayê ya ku kêmasî û zehmetiya avê dikişand li kêleka medereseyê kaniyekê nû saz kir.

Alîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Dera Ewrûpayê Huseyîn Ateş di derbarê vî xebatê de agahî da. Ateş wiha axivî: “Pêşdetir me li cî û warên ku kêmasî û zehmetiya avê dihat kişandin gelek bîrên avê vekiriye. Bi taybet em dikarin li welatên wekê Togo, Gambîya, Nîjer, Çad, Kamerûn, Fîlîpînler, Uganda, Somalî, Etîyopya, Gîne Bîssau û Srî Lankayê bîrên avê vekin.”

Her wiha Ateş diyar kir li bajarê Anuradhapura Srî Lankayê a ku gelemperê gelê wê Misliman in wek Yetîm-Dera Ewrûpayê li kêleka medereseyê kaniyekê nû saz kirine.

Sirî Lanka

Srî Lanka li 30 km dûrê Hindîstanê li Asyaya Başûrê cî digire. Srî Lankaya ku nifûzê wê nêzê 21 milyon e gor agahiyên fermî di sedan de 8ê wê Misliman in. (ÎLKHA)



 





Bu haberler de ilginizi çekebilir