Li Êlihê 100 kîlo teqemenî hat bidestxistin
Hat ragihandin 100 kîlo teqemenî her wiha gelek muhîmatên ku tê diyarkirin yên PKKyiyên ku berî vê du rojan hatibûn kuştin hatine bidestxistin.
Li navçeya Sasona Batmanê li gundê Kelhasanê berî vê du rojan 5 PKKyî hatibûn kuştin ku hat ragihandin 100 kîlo teqemenî û her wiha gelek cebilxaneya ku aîdî van PKKyiyan bûn hatine bidestxistin.
Li gor daxuyaniyê di penageha ku aîdî PKKyiyan de 100 kîlo teqemenî û gelek tiştên xwarinê hatine bidestxstin.Her wiha hat diyarkirin ji ser wan PKKyiyên ku hatibûn kuştin yek M-16, 3 keleşkof,8 bombeyên destan, 3 telsîz, 4 damençe, 20 şarjor û 2 çente hatine bidestxsistin.(ÎLKHA)