Li Batmanê ji Komeleya Umut-Derê alîkariya cil û bergê
Umut-Dera Êlihê ya ku her wext birêkûpêkî li malbetên feqîr alîkarî dike li 140 malbatên feqîr û nîyazmend cilên zivistanê û li 30 malbatan jî goştê sor belav kir.
Komeleya Piştgirî û Nîyazmendan (Umut-der) a ku endamê Platforma Alîkariyê ya Kerwana Umudê ye li Êlihê ji ber ku hertim alîkariya feqîran dike ji teref gel ve tê hez kirin. Komeleya Umut-Derê dîsa li 140 malbatên feqîr û nîyazmend cilên zivistanê belav kir. Her wiha Umut-Der li 30 malbatan jî goştê sor belav kir.
Alîkariyê Sereokê Giştî ya Umut-Derê Îzzet Ekîncî di derbarê alîkariyên ku hatine kirin de daxuyanî da. Ekîncî, destnîşan kir ji ber ku zivistane wek komele li 140 malbatên feqîr alîkariya libas û kincan kirine. Her wiha Ekîncî diyar kir ev alîkariyên ku li feqîran tên kirin ji teref xêrxwazan ve tên temin kirin.
Ekîncî diyar kir ku her meh birêkûpêkî alîkariyên erzaq, cil û mal dikin. Dûvre wiha axavtina xwe domand: “Wek Umut-Der alîkariyên me wek her caran didome. Di nav 2 rojan de me alîkariya 140 malbatan kir. Ev alîkariya cil û bergan teqrîben li 800 kesan hat kirin. Alîkariyê me yên erzaq û wegirtinê didome. Ji bo ku em alîkariya malbatên feqîr bikin em ji xêrxwazan alîkarî dixwazin. Her wiha xeynî alîkariya cil û bergan me alîkariya goştê sor li 30 malbatan kirin. Ji ber ku li herêm malbatên şerpeze pirin em ji xêrxwazan dazwaza alîkariyê dikin. Kesên ku alîkariyên xwe digihînin me Xwedê Teala ji wan razî bibe.” (ÎLKHA)