Li Cizîr, Silopî û Sûrê 14 PKKyî hatin kuştin
Li navçeyên Silopî û Cizîra Şernexê û li navçeya Sûra Amedê di pevçûnên ku pêk hatin de tevde 14 PKKyî hatin kuştin.
Li gor daxuyanîya ku ji teref Sererkanîyê ve hatîye daxuyandin di 25ê kanûnê di pevçûnên ku li navçeyên Silopî û Cizîra Şernexê û li navçeya Sûra Amedê di pevçûnên ku pêk hatin de tevde 14 PKKyî hatin kuştin.
Di daxuyanîya ku hat daxuyandin de her wiha hat diyarkirin li navçeya Cizîrê 6(hejmera PKKyîyên ku heta niha hatine kuştin 145), li Silopîyê 3(hejmera PKKyîyên ku heta niha hatine kuştin 11) û li navçeya Sûra Amedê jî 5 (hejmera PKKyîyên ku heta niha hatine kuştin 40) PKKyî hatin kuştin.
Di daxuyanîyê de ji bilî van agahîyan hat ragihandin li Silopîyê 6 teqemenî hatine îmhakirin, 4 barîkat hatine rakirin, 12 tupên ku wek teqemenîyê hatine amadekirin û 740 berikên keleşkofê, 2 dûrbîn û telsizek hatîye bidestxistin.(ÎLKHA)