• DOLAR 32.26
  • EURO 34.852
  • ALTIN 2418.04
  • ...
Xelkê Cizîrê navçê terk dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Cizîra Şirnexê li ser gotinên ew ê kesên PKKyî barîkatan ava bikin û wê derketina derve bê qedexekirin hewl dan bi şiklekî lez navçê terk bikin. Hat diyarkirin 20 mamosteyên ku dikirin navçê terk bikin jî hatin revandin.

Li navçê hat dîtin xelkê navçê kom bi kom tên otogora Cizîrê û bi otobusan hewl didin da ku navçê demildest terk bikin.Kesên ku nikaribûn wesayît peyde bikin hewl dan bi peyatî biçin.Her wiha li navçê nexasim li Taxa Yafesê barîkatên ku ji teref PKKê ve bi wesayîtan hatibûn danîn dihatin xuyakirin.

Nêzî 20 mamoste hatin revandin

Ji rexê din ve Midûrtîya Perwerdehîya Netewî ya Bajêra Şirnexê bi peyamekî ku ji mamosteyên re şand de mamosteyan hişyar kir da ku navçê terk bikin û dema terkkirinê de jî bi dîqet bin. Her wiha ji teref kesên rayedar ve ji mezinên xwendevanan re jî peyam hat şandin da ku zaroyên xwe neşînin mektebê.

Li gor agahîyên şahidan nêzî 20 mamosteyên ku hewl didan nevçê terk bikin ji teref kesên PKKyî ve hatine revandin.Lê belê hêj ji teref meqamên rayedar ve di derbarê mijarê de tu daxuyanî nehat dayîn.

Her weke ku tê zanîn berî vê çend rojan Ahmet Adanûrê ku parêzvanê qeymeqam e û Ayhan Kaya û her wiha 2 gundparêz ji teref PKKyîyan ve hatibûn revandin.(ÎLKHA)

 



































Bu haberler de ilginizi çekebilir