Walîtîya Amedê: Meş li dijî qanûnan e
Walîtîya Amedê di derbarê ciyên civîn, xwepêşan û meşên ku dê îro li nav bajêr were darxistin de daxuyanî da. Di daxuyanîyê de rê û rêbazên meşê hatin bibîr anîn. Her wiha hat destnîşan kirin xwepêşanên ku dê îro ji teref rêvebirên HDP/DBPyê ve wê bên lidar xistin dijî qanûnan e.
Îro rêvebirên HDPyê dê qedexeya derketina derve ya Sûrê protesto bikin. Ji ber ku ev protesto û meş dijî qanûnan e Walîtîya Amedê daxuyanîyek da. Di daxuyanîyê de rê û rêbazên meşê hat bibîranîn.
Di daxuyanîyê ku di derbarê mijarê hatîye dayîn de hat destnîşankirin ku ev meşa ku dê were lidar xistin dijî qanûnê ye. Ji ber vê yekê di daxuyanîyê de şîret li gel hat kirin da ku îtîbarî meşê nekin.
Ji teref HDPyê ve doh daxuyanî hatibû dayîn. Di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku ji bona qedexeya derketina derve ya ku li Sûrê dewam dike were protestokirin wê meşek bê lidarxistin.Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag, Îdrîs Baluken û Hevserokê DBPê Kamuran Yuksek dê beşdarê vê meşê bibin.(ÎLKHA)