• DOLAR 32.214
  • EURO 35.019
  • ALTIN 2411.139
  • ...
 Li Çewligê erdheja bi tûndîya 5,5ê qewimî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Erdheja bi tûndîya 5,5ê yê ku navenda wî navçeya Kîgiya Çewligê bû qewimî.

Di navçeya Gêxiya (Kiğı) Çewlîgê (Bingöl) de erdheja ku bi tûndîya 5,5ê bû qewimî. Hat diyar kirin ku di erdhejê de zirarên mal de xisar çêbû lê zirar li tu kesî nebûye.  Her wiha hat ragihandin ku di navenda Gêxî û gundên Gêxî de xisar çêbûne.

Gor daneyên Rasetxaneya Zanîngha Bogazîçîyê erdhej di saet 01.27an de li gundê Sevgelikê (Açıkgüney) ya girêdayê navçeya Gêxiya di kûrahîya 5 km bin erdê de qewimîye. Erdhej ligel Çewlîgê di navçe û bajarên ku cîranên Çewlîgê ne hat seh kirin.

Gor agahîyê ku demildest hatiye bidest xistin di erdhejê de zirarê can  çênebûye. Hat ragihandin ku di navenda Gêxî û hinek gundan de xesar hatîye dîtin.

Her wiha erdhejên paşing didomin. (İLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir