Li DYEyê êrîşa çekdarî: 14 mirî
Hat rafgihandin ku di parêzgeha Calîfornîaya DYEyê de ji teref kesên ku nasnameyên wan nayên zanîn ve li navenda ku astengdar tê de hebûn êrîşa çekdarî hat kirin. Gor agahîyên ku demildest hatîye bidest xistin 14 kes mirin.
Hat ragihandin ku di bajarê San Bernardînoya parêzgeha Calîfornîayê ya DYEyê de ji teref kesên ku nasnameyên wan ne diyar in ve li navenda astengdaran êrîş hat kirin. Gor agahîyên ku demildest hatîye bidest xistin di êrîşê de 14 kes mirin.
Polêsan diyar kirin ku di êrîşê de 14 kes mirine û ji 14 kesan zêdetir jî birîndar hene. Hat ragihandin ji bo ku êrîşger werin girtin lêpirsîn hat vekirin. Her wiha hat îfade kirin ku êrîşker bi erebeyekê ji cîyê bûyerê revîne.
Hêj nayê zanîn ku gelo êrîş ji teref kî ve hatîye kirin. (İLKHA)