Xelkên ku di teqînê de zirar dîtibûn birînên xwe dipêçin
Li Mêrdînê doh di dema derbasbûna wesayîta eskerî bi qumandeya dûr ve bombe hatibû teqandin. Dema ku bû sibe hat dîtin ku xisara vî teqînê pir mezin e. Kesên ku bi tûndîya teqînê zirar dîtibûn hewl didin ku birînên xwe bipêçin.
Doh li navçeya Artukluyê ya navenda Mêrdînê ji teref PKKyîyan ve bombe hatibû bicî kirin. Di dema derbasbûna serwîsa leşkerî bombeya ku hatibû bicî kirin hat teqandin. Di encama teqînê de eskerek mir û zirar li gelek malan bû.
Hinek mal û dikanên ku li ser rê bûn dema ku bû sibe zirarên wan avahîyan derketin holê. Bi tûndîya teqînê re pencere û derîyên malan şikestin.
Şehmuz Akanê ku mala wî di teqînê de zirar dîtibû diyar kir ku doh êvarê di saet 17.15an de dengê teqînê bihîstine û derketin derve. Dûvre Akan wiha destnîşan kir: “ Dema ez derketim derve min dît ku otobês dişewite. Bi heman wextê ez çûm alîkarîyê. Min hewl da ku ez eskerê birîndar derxim derve. Me çend car li 112yê û li polêsan telefon kir. Dema ku ambulans hatin ciyê bûyerê me birîndaran bir ambulansê. Polêsan jî ciyê bûyerê asê kirin. Derî û pencereyên mala me zirar dîtin. Derî ji ciyê xwe derketine û nayên girtin.”
Hasîne Akana ku mala wê zirar dîtibû bi erebî axivî û destnîşan kir ku pir tirsîyane. Her wiha Akan diyar kir ku pencere û derîyên mala wê gelek zirar dîtine. (İLKHA)