Li Pîranê qedexeya derketina derve bi dawî bû
Li hinek taxên Pîrana Amadê berî niha derketina derve hatibû qedexekirin, hat diyarkirin qedexeya ku hatibû kirin hat rakirin
Li Pîranê li herêmên ku li dijî PKKê operasyon hatibûn destpêkirin ji bona ewlehîya can û malê xelkê were temînkirin, derketina derve hatibû qedexekirin. Qedexeya derve ya ku hatibû ragihandin di 05ê mijdarê dest pê kiribû û heta 7ê mijdarê berdewam kir. Qedexe di seat 10.00an de hat rakirin.
Li Pîranê li herêmên çiyayî û daristanî li dijî PKKê operasyon hatibûn destpêkirin. Ji ber ku operasyon hatibûn destpêkirin li Taxên Kurşunlu, Kayapinar û Kayaşê û her wiha li Gorusedagiyê derketina derve hatibû qedexekirin.(ÎLKHA)