Ciwanê ku tê îddîakirin tiyakê bikaranîyê mirî hat dîtin
Li Edenê xortekî ku tê îddîakirin bi tiryakê emel dike di serşoya mala xwe de mirî hat dîtin.
Hat diyarkirin li Çukurovaya Edenê xortê ku tê îddîakirin tiryakê bi kar tîne di serşoya mala xwe de mirî hat dîtin.
Bûyer li Taxa Bahçelîevlera navçeya Çukurovayê di malekî du qet de pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin Îsmet K.yê ku bavê Mehmet Onur K. ye dema ku êvarî di derdora seat 02.00an de hişyar dibe û xwe berdide qeta jorê û dibîne ku lawê wî bêhiş li erdê ye.Piştî demeke hat hînbûn Onur K. li cihê bûyerê mirîye û her wiha hat ragihandin di serşoya malê de hinek tiryak jî hatîye dîtin.
Hat hînbûn xort berî niha jî ji ber ku tiryakê bi kar dianî tedawî didît. Cesedê xort ji bo otopsîyê birin nexweşxanê.(ÎLKHA)