• DOLAR 32.269
  • EURO 35.094
  • ALTIN 2469.54
  • ...
HUDA PAR di derheqê roja Aşûrê de peyam weşand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber salvegera qetilkirina Hz. Huseyîn a li çola Kerbelayê, Navenda Giştî ya Partîya Doza Azad daxuyanîyeke nivîskî weşand. Di daxuyanîya ku  hat weşandin de di derbarê mijarê de hat diyarkirin ku ew zihnîyeta ku ji qetilkirina Hz. Huseyîn re bûye sebeb, dibe sedem ku îro li ednigarîya îslamê Kerbaleyên nû pêk werin û bû sebeb ku xwîna bi milyonan mislimanan  were herikandin.

Di daxuyanîyê de hat diyarkirin  sebeba ku Hz. Huseyîn biribû çola Kerbelayê serhildana li dijî zilm  û îdarevanên zalim bû.

Di berdewama daxuyanîyê de di derbarê mijarê de wiha hat ragihand: “Ew zilma ku li Kerbelayê hatîye kirin dixwaze peyamekî bide me. Ew peyam ji me re dibêje ku tu carî serê xwe li ber zilmê netewînin.Ew peyam dibêje ku dixwaze bila di dawîya wê de mirin hebe dîsa li dûv edaletê biçin û edaletê biparezin. Ew peyam cardin nîşanî me dide ku  heger kesên ku îdarevan in ne ehlê vî karî bin ew ê çi felaket werin serê me.  Li ser temamên van peyaman em di salvegera qetilkirina Hz. Huseyîn de cardin fêmdikin ku kesên ku serê xwe li  ber zilmê netewandine di tarîxê de heyatekî bi izzet û bi rûmet jiyana; kesên ku serê xwe li ber zilmê tewandine jî ji şerefê bêpar mane.”

 “Em tu carî ji tarîtîya zilmê netirsîyan û em ê netirsin jî”

 Di dawîya daxuyanîyê de hat diyarkirin ku fikrê asabîyetê zirarekî mezin dide mislimanan û di nava mislimanan de dibe sebeba fitneyeke mezin û wiha li daxuyanîyê hat zêde kirin: “Em wek HUDA PARê tu carî ji tarîtîya zilmê netirsîyan û em ê netirsin jî. Muheqeq  ew ê rojekî dengê vê heqîqetê wê tarîtîyê  berteraf bike û wê bibe wesîle ku temamê însanetîyê  ji vê tiştî haydar bibe. Ew roj nêz in.Bes ku em emanetên xwe bidin wan kesên ku ehlê karê xwe bin. Her wiha divê em jî cihê ku lê radiwestin jî baş zanibin.Kesên ku ji edaleta îslamê re teslîm nebin, ji bawerî , çand û kevneşopîya xelkê re  ne nêz bin û li wan xwedî dernekevin ji hêstir û xwînê pêve tu tiştî nadin vê ummetê. Ji bona ev zilmên ku hê jî didomin bi dawî bibin û ji bona însanetî bi îslamê abad bibe em hêvî dikin ku Qiyama Huseynî ya roja Aşûrê xêr û berekete ji mirovatîyê re bîne. Em hêvî dikin rojên ku lê edalet û merhemet  hakim bin werin.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir