• DOLAR 32.339
  • EURO 34.891
  • ALTIN 2393.414
  • ...
Xelkê Diyarbekirê ji Şaredarîya DBPyî re berteka tund nîşan dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn berî vê çendakî ji teref Şaredarîya Yenîşehîrê ya DBPyî ve li bîlbordên bajêr afîşên ku tê de heqaret li pêxember hatibûn kirin  hatibûn daliqandin. Ji ber van afîşên ku hatibûn daliqandin û ji ber bêedebîya ku hatibû kirin  ji teref 72 sazîyên civakî yên sivîl ve daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî hat lidarxistin û şaredarîya DBPyî hat şermezarkirin.

Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat ragihandin ku ev heqareta ku hatîye kirin provakasyoneke mezin e, Diyarbekir Diyarê Muhammmed e, Diyarê Îslamê ye. Ji ber vê yekê kesên ku berpirsîyarê vê rezîltîyê ne divê li ber raya giştî hisabê bidin.

Xelkê ku piştî niwêja înê li ber avahîya Camîya Mezin civîya sloganên mîna ‘ Destên kesên ku dirêjî pêxember dibin bila werin şikandin, bila zimanên wan kesên ku heqaret li pêxember dikin hişk bibin, Kurdistan raneze li rûmeta xwe xwedî derkeve, Bila xaînên hevkar bibeicin” avêtin.

Di daxuyanîya ku hat xwendin de di derbarê mijarê wiha hat diyarkirin: “Ev bajêr Diyarê Muhammed û Diyarê Îslamê ye. Ev zihnîyet hê jî nizane gazî tehlûkeyekê çawa dike.Em baş dizanin  ku ew kes çawa neyartîyê ji Xwedê Teala û Resûlê Wî re dikin. Em wan Charlie Hebdoyên di nava me de hezar carî nelet û tel’în dikin.” 

Di dawîya daxuyanîya ku hatîye dayîn de wiha hat ragihandin: “Berpirsîyar û musebbîbên vê êrîşa zelîl divê li ber raya giştî hisab bidin.Ev bajêr Diyarê Muhammedî ye, Diyarê Îslamê ye. Em bang li îdarevanê vî bajarî dikin.Bila ji bawerî û hesasîyetên xelkê kurd re hurmetdar bin. Em cardin bang dikin ku bila heqaret li muqeddesatên kurdan re neyên kirin. Bila tu kes sebra ciwanan neceribîne.”(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir