• DOLAR 32.356
  • EURO 34.734
  • ALTIN 2403.529
  • ...
Ji nivîsên nijadperest ên ku ji teref polêsan ve hatibûn nivîsin re bertek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Taxa Fatîhpaşaya navçeya Sûrê piştî ku PKKyîyan hendek kolan û barîkat danîn re derketina derve hatibû qedexekirin. Di dema vê qedexeyê de ji teref polêsan ve li ser dîwarê malekî nivîsa ‘Hûn ê hêza tirkan bibînin’ hatibû nivîsandin. Xelk ji vê nivîsê re bertek nîşan da.

Kadrî Akkumê ku xwedîyê mala ku lê nivîs hatibûn nivîsandin destnîşan kir ku ew di bûyeran de mexdûr bûne û ew di malên xwe de jî nikaribûn rihet razin. Akkum di derbarê rewşa pêvajoya qedexê de destnîşan kir  ji ber pevçûnên ku derketine  ew mecbûr mane ku li serşokê rakevin.

 “Ne mumkin e ku mirov ji vê nivîsê aciz nebe”

Akkum destnîşan kir ew nivîsên nijadperest ên ku ji  teref polêsan ve li ser dîwara malê wî hatine nivîsandin wî aciz kirine û di derbarê mijarê de wiha axivî: “Polêsên herekata taybet ketin  taxê. Pişt re wesayîta bi zirx a polêsan  hate ber dîwar û nivîsa ‘Hûn ê hêza tirkan bibînin’ nivîsandin. Ne mumkin e ku mirov ji vê nivîsê aciz nebe.Niha hûn tirkîtîyê li yekî pêwîst bikin , ew ê yekî din rabe û bi heman awayî bersiva we bide. Ew ê tu werî vê derê , nivîsên nijadperest binivîsî.Ev tiştekî xelet e , hetta ev nivîs dibe sedem ku xelk tehrîk bibe.”

“Xelk bêzar bûye”

Akkum destnîşan kir ku xelk ji ber pevçûnan êdî nizane çi bike  û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di pevçûnan de yê ku zirarê dibîne xelk e. Xelk êdî bêzar bûye.Zilam wê biçe kare xwe, lê belê nikare biçe û birçî dimîne. Ev însan rojê bi 20-30 lîre dixebitin. Dema ku kesên mîna wan 3 rojan meçin karê xwe wê demê birçî dimînin.Ev rewş wê heta kengî berdewam bike.”

Li navçeya Sûra Diyarbekirê di dema qedexeya derketina derve de  hat dîtin ku kesên PKKyî hendekan kolane û li ser dîwaran li ser navê PKKê slogan nivîsandine. Her wiha hat dîtin ku polêsan jî ala tirkan  bi mînareya Camîya Kurşunluyê ve kirine û li ser dîwaran jî ‘Hûn ê hêza tirkan bibînin’ nivîsandine. Ev rewş balan kişandibû li ser xwe.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir