• DOLAR 32.344
  • EURO 34.993
  • ALTIN 2391.123
  • ...
Di doza 6-8ê Cotmehê de qerar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di doza qetlîama 6-8ê Cotmehê ya ku di sala 2014an de hat kirin de qerar hat dayîn.

Di doza ku Hevserokên Berê Yên HDPê Selahaddîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û her wisa îdarevanên PKKê dihatin darizandin de qerar hat eşkerekirin.

Di doza ku hat li Enqere li Mehkemeya Cezaya Giran A 22yem A Enqereyê dihat dîtin de 108 bersûcên ku di nav wan de 18 kesên girtî, 18 kesên berdayî û 72 kesên fîrarî hebûn hatin darizandin.

Piştî ku serokê mehkemeyê di niştinê de dor da parêzerên bersûcan qerarên dozê eşkere kir.

Di dozê de qerara ku ji 130 rûpelan pêk dihat hat eşkerekirin.

Li gorî qerara mehkemeyê ji Selahaddîn Demîrtaş re 28 sal  û 6 meh  ji Fîgen Yuksekdag re jî 30 sal û 3 meh û ji Aynur Aşan re jî 9 sal  ceza hat dayîn.

Ji Parlementerê Berê Yê HDPê û Şaredarê Mêrdînê Ehmed Turk re ji endamtîya rêxistina terorê ya çekdar 10 sal ceza hat dayîn.

Her wisa ji endamên berên yên MYKyê yên HDPê Alî Urkut re 14 sal û 10 meh, ji Alp Altinors re 22 sal û 6 meh û ji Bulent Barmaksiz re jî 20 sal û 6 meh ceza hat dayîn.

Gulten Kişanak û Ayla Akat Ata jî ji wan kesan bûn ku di dozê de dihatin darizandin. Di encama mahkemeya ku hat kirin de ji parlementerê berê yê HDPê Ayla Akat Ata re ji endamtîya rêxistina terorê 9 sal û 9 meh, ji Emîne Ayna re ji heman sûcê 10 sal û ji Gulten Kişanak û Sabahat Tuncel re jî 12 sal cezaya hepsê hat dayîn.

Parlementerên berê yên HDPê Altan Tan û Ayhan Bîlgen jî berat kirin.

Îdareya HDPê  û her wisa PKKê di Cotmeha sala 2014an de bang li xelqê kiribûn da ku dakevin kolanan.

Bi banga ku hat kirin di serî de li Diyarbekir, Stenbol û li 35 bajaran wehşeteke mezin hat kirin.

Li Diyarbekirê, Yasin Börü, Hüseyin Dakak, Cumali Güneş, Hasan Gökgüz, Riyad Güneş, Turan Yavaş li Bîngolê Cengiz Tiryaki û Fethi Yalçin bi şiklekî hovane hatin şehîdkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir