• DOLAR 32.378
  • EURO 34.834
  • ALTIN 2399.919
  • ...
NY: Li Refah’ê kolan vala ne, nêzî 450 hezar kes bi darê zorê koçber bûne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ajansa Alîkariya Koçberan û Karûbarên Giştî ya Filistînê ragihand ku li pey êrîşa bejayî ya rejîma îşxalker a siyonîst ser bajarê Refahê, tê texmînkirin ku bi sed hezaran Filistînî ji vî bajarî koçber bûne.

UNRWAyê ragihand ku ji ber êrîşên li ser Xezzeyê nêzî 450 hezar Filistînî bi darê zorê koçber bûne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Refahê ji ber ku malbat koçî herêmên "hîn ewletir" kirine kolan vala bûne.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tê texmînkirin ku ji destpêka êrîşan heta niha nêzî 450 hezar kes ji Refahê bi darê zorê koçber bûne û wiha hat gotin: "Gel her tim bi westandin, birçîbûn û tirsê re rû bi rû ye. Ti cih ne ewle ye. Tenê hêviya agirbesteke lezgîn e." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir