• DOLAR 32.221
  • EURO 35.097
  • ALTIN 2506.824
  • ...
Ji wezîrê Îranî îddîaya wehîm
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Sazîya Ziyaret û Hacê ya Îranê Seîd Evhedî di derbarê mijarê de ji televîzyona IRINNê re axivî û destnîşan kir hejmera Îranîyên ku li Mînayê mirine derketîye 228 kesî.Wezîr her wiha diyarkir ku hejmera kesên ku li Mînayê mirine herî kêm 4 hezar û 700 kes e.

Wezîr Evhedî axavtina xwe ya di derbarê mijarê de wiha da domandin: “Em wiha difikirin ku hejmera  hecîyên ku mirine herî kêm 4 hezar û 700 kes e. Lewra hê jî di nava 21 TIRan de herî kêm 3 hezar laş hene û ev berdengî teşhîskirine ne.”

Wezîr Evhedî di derbarê hejmera mirîyên Îranî de jî destnîşan kir ku heta niha 228 hecîyên îranî jiyana xwe ji dest dane û hê jî ji 248 hecîyan tu xeber nehatîye standin.

Her wiha hat diyarkirin rêveberîya Erebîstana Siûd wê kesên ku mirine ji welatên wan re neşîne û wan bi şiklekî tevahî li  Mekkê bispere axê. Ji ber vê yekê di derbarê mijarê de Wezaretê Karên Derve ya Îranê Emîr Huseyn Abdullahîyan daxuyanîyek da. Abdullahîyan di daxuyanîya ku da de wiha ragihand: “Em biteqez li dijî vî tiştî ne.Em dê bi tu şiklî destûra vî tiştî nedin Erebîstana Siûd.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir