• DOLAR 32.19
  • EURO 34.976
  • ALTIN 2508.114
  • ...
Doza Yasîn Boru bi hinceta ewleyî wê li Îzmîrê bê dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Li gor agahîyên ku parêzerên dozê ji serokê dadgehê wergirtine,  wê doza Yasîn Boru û hevalên wî bi hinceta ewleyî dê li 8emîn Dadgeha Cezaya Giran a Îzmîrê bê dîtin. Par di cejna qurbanê de êrişên ku di 6-8ê cotmehê de ji teref alîgêrên PKKyê ve hatibûn kirin; Yasîn Boru, Rîyad Guneş, Ahmed Dakak û Hesen Gokgoz jiyana xwe ji dest dabûn.

Di cejna qurbanê de Yasîn Boru û hevalên wî qoştê qurbanê li xizan û ketîyan belav dikirin. Boru û hevalên wî bi êrişên alîgirên PKKyê ve hatin qetilkirin. Di bergeha lêpirsînê de ji van 24 girtî  û 34 bersûç li 5emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê dihat darizandin.

5emîn Dadgeha Cezaya Giran dozname qebûl kir û serlêdan li Dadgeha Bilind kir da ku bila doz li bajarek din bêdîtin.

Dadgeha Bilin jî daxwaza 5emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê nirxand û daxwaz qebûl kir û bi sedema ewleyî wî doza Yasîn û hevalên wî li 8emîn Dadgeha Cezaya Giran a Îzmîrê bê dîtin.  (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir