• DOLAR 32.428
  • EURO 34.688
  • ALTIN 2392.43
  • ...
Namzedê azad ê Êlihê Aydin Gok ziyarete xwe didomîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Namzedê parlementer ê serbixwe yê Batmanê yê ku HUDA PAR wî destek dike Aydin Gok, xebatên xwe yên hilbijartinê bê navber didomîne.

Namzedê serbixwe yê Êlihê Aydin Gok, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de navçeya Sasonê û gundê bi ser Sasonê ve ye zîyaret kir. Aydin Gok, li derd û pirsgirêkên xelkê guhdarî kir.

Namzedê parlementer ê Serbixwe yê Batmanê Aydin Gok, di zîyeratê de peyivî û îfade kir ku di vê lazime meriv pîrim û rê nedin sîyasetmedarê ku li hal û derdên xelkê napirsin û ji bo derman û çareyan xebatan nakin.

Dûre Gok, li mizgefta merkezê nimêja xwe ya nîvro kir. Gok di heyama derketina ji Camîyê, ji teref xelkê herêmê ve bi eleqeyek mezin hat pêşwazî kirin.

Gok, mehela Sîsînkarê ya Sasonê jî zîyaret kir û hem li derdê millet guhdarî kir û hem jî behsa projeyên xwe kir û pêşnîyazên xwe yên ji bo çareserîyê jî rêz kirin.

Namzedê parlementer ê serbixwe yê Batmanê Gok û heyeta pê re, çûn gundê Mîttîng û Kaçîrengê jî zîyaret kir. Gok bi xelkê gund re hat ligelhev û ji bo hilbijartina 7ê hezîranê destek xwest.

Piştî zîyaretan ew û heyeta pêre çûn mehela Yildizê û beşdarî tazîyeya du malbatan bû û sersaxî xwest. Gok û heyeta pêre, piştî şînê vegerîyan Sasonê û gelekî bi miletê qezê re sohpet kir û ji bo hilbijartina 7ê hezîranê destek talep kir. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir