• DOLAR 32.203
  • EURO 35.003
  • ALTIN 2454.389
  • ...
"Bi xwendina raporê şkenceyên ku li merê min hatiye kirin hîn bûm"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehmet Şîrîn Ek, ji ber xebatên xwe yên îslamî  di sala 2000an de hat derdest kirin û heta niha jî di girtîgehê de ye. Xanima wî Muazzez Ek pevajoya neheqî û maxdûrîyetan anî aziman.

“Dema ku mêrê min hat binçav kirin gelek  zêde şkence lê hat kirin”

Muazzez Ek di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Mêrê min tenê ji ber ku yekî bawermend û dîndar bû di sala 2000an de hat binçav  kirin . Dema ku hat binçav kirin gelek zêde şkence lê hat kirin û niha ev bû 15 salê wî ku hatiye tewqîf kirin.”

 “Dema ku min mêrê xwe dît min wî nas nekir

Muazzez Ek axavtina xwe wiha domand: “ Merê min rojekî dema ji karê xwe vedigerîya malê hat binçav kirin, heta mehekî me jê xeber nestand. Di nava mehekî de ew qas şkence û zilm lê kiribûn ku dema ku min wî dît wî nas nekir. Mêrê min şkenceyên ku lê hatinê kirin ji min re ne got heta dema ku AÎHM jê rapor xwest  û wî jî raporek amade kir û da min da ku ez bidim parezerê wî.Dema min rapor xwend wê demê  wan şkenceyên ku lê hatine kirin hîn bûm.  Weke mînak ji şkenceyên ku lê hatine kirin yek jî ev e :Polîsekê qelew li ser sînga mêrê min rûdine û ceyrane didin lêv û tilîyên wî.” 

“Ez û zarokên  xwe li ser rêyên girtîgehê de perîşan bûn”

Muazzez Ek, peyvîna xwe wiha domand: “Ji ber ku zêde   cihê girtîgeha merê min diguherenin ez û zarokên xwe gelekî zehmetîye dikşenin.  Heta niha mêrê min bi rêzê birin girtîgeha Kocaelî, Bolu û Trabzon. Ji ber ku mala min li Antalyayê ye ez û zarokên xwe di rêyên çûyîn û hatinê de perîşan bûn.  Dema ku em diçin dîtina mêrê min her tim zarokên min digrîn. Psîkolojîya her du zarokên min xera bû.”

“Em  wan kesên ku vê zilm û zordarîyê li me dikin qetîyen  efû nakin”

Ek, di dawîya xeberdana xwe de wiha got: “ Em wan kesên ku vê zilm û zordarîyê li me dikin qetîyen  efû nakin. Mêrê min bi tohmet û buxtanan hat girtin. Ez dixwazim ku mêrê min ji nû ve were darizandin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir