• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
"Îşkenceyên ku li mêrê min hatine kirin hîn bûm "
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehmet Şîrîn Ek ji ber xebatên xwe yên îslamî di sala 2000an de hat derdest kirin û heta niha jî di girtîgehê de ye. Xanima wî Muazzez Ek pevajoya neheqî û maxdûrîyetan anî aziman.

Dema ku mêrê min hat binçav kirin gelek îşkence lê hat kirin”

Muazzez Ek di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Mêrê min tenê ji ber ku bawermend û dîndar bû di sala 2000an de hat binçav kirin . Dema ku hat binçav kirin gelek şkence lê hat kirin û niha ev bû 15 sal e hatiye tewqîf kirin.”

 “Dema ku min mêrê xwe dît min wî nas nekir ”

Muazzez Ek axavtina xwe wiha domand: “ Merê min rojekî ji karê xwe vedigerîya malê hat binçav kirin, heta mehekî me jê xeber nestand. Di nava mehekî de ew qas îşkence û zilm lê kiribûn ku dema ku min wî dît wî nas nekir. Mêrê min îşkenceyên ku lê hatinê kirin ji min re ne got heta dema ku AÎHM jê rapor xwest û wî jî raporek amade kir û da min da ku ez bidim parezerê wî.Dema min rapor xwend wê demê wan îşkenceyên ku lê hatine kirin hîn bûm. Îşkenceyên ku lê hatine kirin yek jî ev e :Polîsekê qelew li ser sînga mêrê min rûdine û ceyrane didin lêv û tilîyên wî.”

“Ez û zarokên xwe li ser rêyên girtîgehê de perîşan bûn”

Muazzez Ek, axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku zêde cihê girtîgeha merê min diguherenin ez û zarokên xwe gelekî zehmetîye dikşînin. Heta niha mêrê min bi rêzê birin girtîgeha Kocaelî, Bolu û Trabzon. Ji ber ku mala min li Antalyayê ye ez û zarokên xwe di rêyên çûyîn û hatinê de perîşan bûn. Dema ku em diçin dîtina mêrê min her tim zarokên min digrîn. Psîkolojîya her du zarokên min xera bûye.”

“Em wan kesên ku vê zilm û zordarîyê li me dikin qetîyen efû nakin”

Ek, di dawîya xeberdana xwe de wiha got: “ Em wan kesên ku vê zilm û zordarîyê li me dikin tu car efû nakin. Mêrê min bi tohmet û buxtanan hat girtin. Ez dixwazim ku mêrê min ji nû ve were darizandin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir