Li 26 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon

Wezîrê Karên Hindir Elî Yerlîkaya daxuyand di encama operasyonên ku li dijî DAÎŞê hatin lidarxistin de 92 şikdar hatin binçavkirin.

Ekleme: 06.10.2023 11:45:38 / Güncelleme: 06.10.2023 11:45:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Elî Yerlîkaya li ser hesaba xwe ya medyaya civakî daxuyand û diyar kir li 26 bajaran bi navê “destrêşk”  operasyona hevdemî hat lidarxistin.

Wezîr Yerlîkaya daxuyand ku li bajarên Aydin, Tekîrdag, Edene, Enqere, Entelya, Bolu, Bûrsa, Çorim, Dîyarbekir, Dizce, Xarpêt, Erzirom, Entab, Ispatra, Stenbol, Îzmîr, Qirikkale, Kîlîs, Qonye, Manîsa, Mêrsîn, Ordu, Seqerye, Sêrt, Sêwas û Yalowayê li dijî DAÎŞê operasyon hatin lidarxistin.

Yerlîkaya, destnîşan kir ku di encama operasyonan de 92 şikdar hatin binçavkirin. (ÎLKHA)