2 Filistînî di êrîşên rejîma îşxalkeran de birîndar bûn

Rejîma sîyonîst a îşxalker, li Quds û Şerîaya Rojava 2 Filistînîyan birînda kir, 19 Filistînîyan jî desteser kir.

Ekleme: 13.10.2022 15:05:32 / Güncelleme: 13.10.2022 15:05:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Hîva Sor a Filistînê ve hat belavkirin, leşkerên rejîma îşxalker li bajara Cenînê êrîş li bajaroka Kefr Danê kir.

Di encama pevçûna ku derket de 2 Filistînî birîndar bûn.

Rejîma îşxalker a sîyonîst xeyn ji van li Şerîaya Rojava û Qudsa Rohilatê li çend bajarokan 19 Filistînîyan êsîr girt.

Rejîma îşxalker, dem bi dem êrîşan li Qudsa Rojhilat û Şerîaya Rojava dike û Filistînîyan jî bi beheneyan desteser dike.

Êsîrên ku di nav wan de zarok û pîrek jî hene bi rojan li “navendên binçavkirinê” tên girtin. (ÎLKHA)