• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
2 Filistînî di êrîşên rejîma îşxalkeran de birîndar bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Hîva Sor a Filistînê ve hat belavkirin, leşkerên rejîma îşxalker li bajara Cenînê êrîş li bajaroka Kefr Danê kir.

Di encama pevçûna ku derket de 2 Filistînî birîndar bûn.

Rejîma îşxalker a sîyonîst xeyn ji van li Şerîaya Rojava û Qudsa Rohilatê li çend bajarokan 19 Filistînîyan êsîr girt.

Rejîma îşxalker, dem bi dem êrîşan li Qudsa Rojhilat û Şerîaya Rojava dike û Filistînîyan jî bi beheneyan desteser dike.

Êsîrên ku di nav wan de zarok û pîrek jî hene bi rojan li “navendên binçavkirinê” tên girtin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir