Li Îzmîrê bi piştgirîya helîkopterê operasyon hat lidarxistin: 13 binçavî

Li Îzmîrê li dijî kesên ku lêgerîna wan hebû operasyon hat lidarxistin, di encama operasyonan de 13 kes hatin binçavkirin.

Ekleme: 01.05.2024 11:45:15 / Güncelleme: 01.05.2024 11:45:15 / Xeberen Kurdi / İzmir Haberleri
Destek için 

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji teref Serdozgerîya Komareya Kinikê ve dihat kirin di heqê 14 şikdaran de qerara binçavkirinê hat dayîn.

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Micadeleya Sûcên Organîze ya Îzmîrê û ekîbên Buroya Sûcên Organîze ya Alîaxayê bi piştgiriya helîkopterê li dijî 14 hedefan operasyon pêk anîn.

Di operasyonê da 13 şikdar hatin girtin, ji bo 1 şikdar jî xebat dewam dikin.

Di lêgerînên ku li navnîşanan hatine kirin de; 11 fîşek, 1 tivinga otomotîk, 20 gram esrar, 190 hebên narkotîkê, 17,86 gram metamfetamîn û gelek perçeyên çekan hatin bidestxistin.

Xebatên ewlehiyê yên ji bo şikdaran dewam dikin. (ÎLKHA)