Li Enqereyê ji ber baranên zêde lêhî çêbû

Li Enqereyê ji ber baranên zêde kolan û sikak di bin avê de man û bûn weke golê.

Ekleme: 01.05.2024 11:09:35 / Güncelleme: 01.05.2024 11:09:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Piştî hişyarîya Midurtîya Giştî yê Meteorolojîyê û Walîtîya Enqereyê li bajar baranên zêde tesîrdar bûn.

Ji ber baranên zêde kolan û sikak bûn weke golê, hin jêrebihur di bin avê de man, di hin cîhan de cereyan qut bû.

Hat ragihandin ku baranên zêde bi gelemperî li Elmadaxê, Keçîorenêî Çankayayê û Yenîmahalleyê tesîrdar bûye, hin dikan û xanî jî di bin avê de man.

Ji teref Vasîp Şahînê Walîyê Enqereyê hat ragihandin ku heta niha ziyana can çênebû ye. (ÎLKHA)