Serokwezîrê Pakistanê daxwazîya alîkarîya zêde kir

Şahbaz Şerîfê Serokwezîrê Pakistanê, got ku ew ji bona ku serî li encamên lehîyê derkevin ji civaka navneteweyî îhtîyacîya wan ji alîkarîya meddî û însanîyê a aktîf ya zêdetir re heye.

Ekleme: 31.08.2022 12:20:08 / Güncelleme: 31.08.2022 12:20:08 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf, ji temsîlkarên medyayên xerîb yên li Îslamadê re axavtinek kir.

Şerîf, di axavtina xwe de destnîşan ki ku Pakistan, lehîyeka herî mezin di tarîxa xwe de dijî, got ku ew cardin hêvî dikin ku wek sala 2011an de civaka navneteweyî cardin ji Îslamabadê re “alîkarîya camêr” bikin.

Şerîf, di axavtina xwe de îfade kir ku welatên dost ji welatên wan re dest bi alîkarîya însanî kirine, lê ew ji bona ku serî li ev rewşa ku li holê ye derkevin îhtîyacîya wan ji alîkarîyeke zêdetir re heye.

Serokwezîr, di axavtina xwe de ji bona Pakistanê banga zêdekirina alîkarîya meddî ya ku di çarçoveya “Banga alîkarîya însanî ya NY” de tê kirin kir. (ÎLKHA)