Li Cenîna ku îşxalker jê vekişîyan hejmara şehîdan bû 12

Mustafa Cebbarînê ku ehlê kampa Cenînê bû di êrîşa siyonistên îşxalker de birîndar bûbû ku hat hînbûn Cebbarîn vê şeveqê şehîd bû.

Ekleme: 23.05.2024 14:09:42 / Güncelleme: 23.05.2024 14:09:42 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Midûrê Nexweşxaneya El-Razî Fawaz Hammad di daxuyanîya ku da rojnemavanan de destnîşan kir Mustafa Cebbarînê ku ehlê kampa Cenînê bû di êrîşa siyonistên îşxalker de birîndar bûbû ku hat hînbûn Cebbarîn vê şeveqê şehîd bû.

Hammad di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir digel şehîdê dawî hejmara şehîdan bû 12 ku ji van 4 kes zarok in.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristîyê ji 7ê Cotmehê vir ve li Qudsa ku di bin îşxalê de ye û li Şerîaya Rojava bi tevahî 517 kes hatin şehîdkirin.(ÎLKHA)