Di nav 24 seatên dawîn de 62 kes ji ber êrîşa îşxalkeran şehîd bûn

Hejmarê şehîdên ku di encama êrîşên hovane yê rejîma terora îsraîlê de şehîd bûne, bi tevî 62 kesên ku di nav 24 seatên dawîn de şehîd bûne derket 35 hezar û 709 kesan.

Ekleme: 23.05.2024 09:55:21 / Güncelleme: 23.05.2024 09:55:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ev bû zêdetirî 7 mehan ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê  kor û kerr û lal kiriye.

Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama êrîşên ku di 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 62 kes hatin şehîdkirin, 138 kes jî birîndar bûn.

Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 35 hezar û 709, hejmarê birîndaran jî derket 79 hezar û 990 kesan.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)