Li Çewligê erebe li kerîyê pez qelibî: 28 mêşin telef bûn

Hat destnîşankirin ku li ser rêya Çewlig-Xarpetê li alîyê Yenîdalê erebe li kerîyê pez qelibî, di encama qezayê de 28 mêşin telef bûn.

Ekleme: 14.05.2022 10:05:33 / Güncelleme: 14.05.2022 10:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin qeza di seat 22.00an de li ser rêya Çewlig-Xarpetê pêk hat. Di encama qezayê de bi şofêr tiştek nebû lê 28 mêşin telef bûn.

Bi xeberdayîna mirovan ji cîhê qezayê re ekîbên cenderme hatin sewqkirin.

Ekîban jî derheqê qezayê de zabitname girtin. (ÎLKHA)