Rûsya, baregeha arteşê ya Ûkraynayê xist: 3 mirî

Wezareta Parastin Rûsyayê ragihand ku, ew baregeha artêşa Ûkraynayê ya li başûrê xistine.

Ekleme: 01.05.2024 17:45:15 / Güncelleme: 01.05.2024 17:45:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat diyarkirin ku li bendera Odesayê ya li başûrê Ukraynayê li dijî navenda fermandariya artêşa Ukraynayê êrîşeke bi fuzeyan hat kirin.

Ûkrayna ragihand ku di encama êrîşa fuzeyî de 3 kes mirine.

Fermandariya leşkerî ya başûr diyar kir ku di êrîşê de avahiyên îdarî û niştecihbûnê, saziyên tenduristiyê û perwerdehiyê hatine xistin. (ÎLKHA)