Di jenosîda li Xezzeyê de 34 hezar û 568 kes şehîd bûn

Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd bûne derket 34 hezar û 568an, hejmara birîndaran jî derket 77 hezar û 765an.

Ekleme: 01.05.2024 14:40:16 / Güncelleme: 01.05.2024 14:40:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ev bû zêdetirî 7 mehan ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê  kor û kerr û lal kiriye.

Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama 4 êrîşên ku di 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 33 kes hatin şehîdkirin, 57 kes jî birîndar bûn.

Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 34 hezar û 568an, hejmarê birîndaran jî derket 77 hezar û 765 kesan.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)