Kalinê Serokê MÎTê, bi Mehmûdê Serokkomarê Somalîyê hevdîtin kir

Îbrahîm Kalinê Serokê Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî, ji teref Hasan Şêx Mehmûdê Serokkomarê Somalîyê li paytext Mogadîşûyê hat qebûlkirin.

Ekleme: 01.05.2024 14:05:20 / Güncelleme: 01.05.2024 14:05:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya ku ji teref Serokkomarîya Somalîyê ve hat belavkirin de wisa hat gotin:

“Serok Hasan Şêx Mehmud, Îbrahîm Kalinê Midûrê Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) li Qesra Serokomariyê Villa Somalia ya Mogadîşuyê qebûl kir. Di hevdîtinê de rêyên xurtkirina hevkariya stratejîk a Tirkiye-Somaliyê di warên girîng ên berjewendiya herdu aliyan de yên di nav wan de ewlehî, îstixbarat, xebatên hevpar ên micadele kirina li dijî terorê û piştgirîkirina îstiqrara herêmê hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de Abdullahî Muhamed Elîyê Serokê Ajansa Îstixbarat û Ewlekariya Neteweyî ya Somaliyê (NISA) jî amade bû." (ÎLKHA)