Karwana Hêvîyê ji ber minasebeta "Leyletul Qedrê" peyamek weşand

Weqfa Alîkarîya Însanî ya Karwana Hêvîyê ji ber minasebeta "Leyletul Qedrê" ya ku ji hezar mehî bi xêrtir e peyameke nivîskî weşand.

Ekleme: 19.05.2020 14:25:11 / Güncelleme: 19.05.2020 14:25:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di destpêka peyamê de Sûreya Qedrê "Me ew di şeva Qedrê de nazil kir. Ew ê tu ji kû zanibî ku şeva Qedrê çi ye?Şeva Qedrê ji hezar mehî bi xêrtir e. Melek û rûh bi izna Xwedê di wê şevê de ji bo hemû karî bi izna Rebbê xwe dadikevin. Wê şevê heta ku roj bavêje silametî heye" û hedîsa "Kî xêr û bereketa Şeva Qedrê hêvî bike û li gorî wê, wê şevê derbas bike dê temamê gunehên wî yên borî bên efûkirin." di bîran hat xistin.

Di berdewama peyamê de hat diyarkirin êdî em hatin rojên dawî yên meha ku serê wê rehmet, nîvê wê mexfîret û dawîya wê jî azadbûna ji cehennemê ye û dû re wiha li peyamê hat zêdekirin: "Em ji Rebbê xwe nîyaz dikin ku Leyletul Qedra ku ji hezar mehî bi xêrtir e  ji bo însanîyet û nexasim jî ji bo Mislimanan bibe wesîleya xêran. Rebbê me bike nesîb ku em di vê şevê de bi heqê wê îbadet û taatan bikin. Ji ber vê yekê divê em gelek zêde û xêr û hesanetan bikin û xwedî li muxtacan derkevin.Bi vê wesîlê em hêvî dikin ku Şeva Qedrê bibe wesîleya xêr û bereketê û bibe wesîleya efûkirina gunehên borî."(ÎLKHA)