• DOLAR 32.47
  • EURO 34.613
  • ALTIN 2385.69
  • ...
Di êrîşa bombeyî ya li Îranê de hejmarê mirîyan derket 73 kesan, hejmarê birîndaran jî derke 170 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî ajansa xeber a fermî yê Îranê (IRNA) li bajara Kîrmanê ji bo salvegera mirina General Qasim Silêmanî bernameya yadkirinê hat tertîpkirin. Di bernameyê de 2 teqîn pêk hatin.

Hat diyarkirin ku teqîna ewil 700 metre dûrê tirbeya Silêmanî pêk hat, teqîna duyem jî kîlometreyekî dûrê tirbeyê pêk hat.

Hat îfadekirin ku piştî teqînê, xelk ji herêmê derketin û ji cîhê bûyerê re gelek ambûlans hatin sewqkirin.

Di encama teqînê de li gorî diyarîyên ewil 73 kesan canê xwe ji dest dan, 170 kesan jî birîndar bûn. tê endîşekirin ku hejmarê mirîyan zêde bibe.

General Qasim Silêmanî yê Fermandarê Hêzê Quds yê ku girêdayê Hêzên Pasdarê Şoreşê Îranê ye, ji teref Emrîqayê ve 4 sal berê li Iraqê hatibû qetilkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir