• DOLAR 32.402
  • EURO 34.681
  • ALTIN 2385.985
  • ...
HAMAS: Em ê aqûbeta êsîrên leşkerî yên Îsraîlê nîqaş nekin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Usame Hemdan yek ji rêvebirên HAMASê di civîna çapemeniyê ya ku li Beyrûta paytexta Lubnanê li dar xist de êrîşên rejîma îşxalker a siyonîst li dijî Xezzeyê nirxand.

Hemdan diyar kir ku serbestberdana du êsîrên Emrîqayî "têgihîştina exlaqî ya HAMASê nîşan dide" Hemdan got ku dema şert û merc çêbibin dê serbestberdana sivîlan were nirxandin.

Hemdan bal kişand ser wê yekê ku gelek aliyên navdewletî derbarê girtiyan de bi HAMASê re hevdîtin pêk anîne û tekez kir ku heta êrişên li ser Xezzeyê bi dawî nebe dê çarenivîsa girtiyên leşkerî gotûbêj nekin.

Hemdan her wiha hişyarî da ku eger rejîma siyonîst hewla êrişa bejayî ser Xezzeyê bike, tiştê ku di 7ê Cotmehê de qewimî, dê ji bo Îsraîlê "hêsan" bimîne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir