• DOLAR 32.31
  • EURO 34.908
  • ALTIN 2436.378
  • ...
Fransa: Em piştgiriya îstixbaratê didin Îsraîlê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Lecornuyê ku daxuyanî da Koma Ragihandinê ya Navendî û Komeleya Têkiliyên Giştî ya Navneteweyî (IPRA) destnîşan kir ku di çarçoveya "hevkariya asayî ya her du welatan" de îstixbarat ji rejîma siyonîst re hat dayîn.

Lecornu got, "Mixabin, ezmûna me ya dirêj di têkoşîna li dijî terorê de heye û yekîneyên me yên îstîxbaratê xwedî amûrên pir bi bandor in."

Lecornu bi gotina vê yekê ku tu daxwazek ji bo alîkariyên leşkerî ji rejîma siyonîst wernegirtiye, diyar kir ku rewşek bi navê beşdariya leşkerên Fransî li êrişên leşkerî yên ku ji aliyê rejîma siyonîst ve tên organîzekirin, tune ye.

Wezîrê Fransî destnîşan kir ku ew ê hefteya bê bi hevtayê xwe yê siyonîst Yoav Gallant re bicive. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir