• DOLAR 32.384
  • EURO 34.65
  • ALTIN 2391.563
  • ...
20 kesên di şewata li Iraqê de birîndar bûbûn ji Tirkîyê re hatin anîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Mûsilê di 26ê Îlonê de di eywana dawetê de ji ber agirbazîyê şewat derketibû, di encama wê şewatê de 114 kesan canê xwe ji dest dabûn, 82 kesan jî birîndar bûbûn.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, ji birîndaran 20 kesên wan ji Iraqê bi balafira leşkerî ji bo tedawîyê ji Tirkîyê re hatin anîtin. Birîndarên ku hatin anîtin ji nexweşxaneya taybet a li Gazîosmanpaşayê re hatin sewqkirin.

Serkonsulê Stenbolê yê Iraqê Muhammed Selman derheqê birîndaran de axivî û diyar kir ji ber ku li Tirkîyê tenduristî pêşve çûye me wan anît li vê derê. Selman, got ku ew ji Wezazareta Karên Derve yê Tirkîyê û Wezareta Tenduristîyê re minetdar in. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir