• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Lîbyayê di felaketa lehiyê de hejmarê mirîyan derket 4 hezar û 255 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber "Bahoza Daniel" di 10ê Îlonê de li bajarên Bîngazî, Beyda, Merc, Sûse û Derna yên li rojhilatê Lîbyayê lehî rabû.

Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) di rapora xwe ya li ser Lîbyayê ya ku lê lehiyê lê qewimî de, diyar kir ku 250 hezar kes ji ber lehiyê mexdûr bûne, 40 hezar kes li nav welêt koçber bûne û 4 hezar û 255 kesan canê xwe ji dest dane.

Di raporê de hat diyarkirin ku tîmên alîkariyê 452 kes xelas kirine û 8 hezar û 540 kes jî winda ne.

Rêxistinên alîkariyên mirovî piştgirî dan xebatên ji bo vekirina dibistanan û çakkirin û paqijkirina deverên xisardar.

Hewl hatin dayîn ku ava vexwarinê ya bi ewle, piştgiriya derûnî û dermankirina nexweşiyên kronîk ji kesên ku ji felaketê tesîrdar bûne re bê dayîn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir