• DOLAR 32.251
  • EURO 35.002
  • ALTIN 2418.465
  • ...
Li Xarpêtê qeza: 4 jê giran 9 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, li ser rêya gundê Cobîra navçeya Depa Xarpêtê pêk hat.

Wesayîta ku di bin îdareya M.Y. de bû û wesayîta ku di bin îdareya Y.K. de bû ji ber sedemeke ku hêj nediyare li hev qelibîn.

Di encama qezayê de bi tevî şofêran 4 jê giran 9 kesan birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên cenderme, tenduristî û îtfaîye hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir