• DOLAR 32.539
  • EURO 34.82
  • ALTIN 2407.462
  • ...
Şehîd Mele Şikrî û Şehîd Mele Mihyedîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Du alimên ku li navçeya Sirûca Rihayê, ji teref PKKê ve hatibûn qetilkirin di piştî nimejeke eşayê di kemînekî xaînî de ji teref PKKê ve hatin qetilkirin.

Mele Şikrî Yavuz û hevalê wî yê zaroktîyê Mele Mihyedîn Demîr yên ku li Rihayê bi xizmetên xwe yên Îslamî tênê naskirin, di 28ê Îlonê a sala 1993yan de gihaştin mertebeya şehadetê.

Mele Şikrî Yavuz ku li gundê Remêla navçeya Sirûca Rihayê hat dinyayê, hem hafiz bû hem alim hem şair û hem jî 4 zimanan zanibû. Wî bi xizmetên xwe yên Îslamî di dilê xelkê de teweccûhekî qezenc kiribû.

Digel hemû tehdîdên PKKê ku ji wî re dikir, danekî jî gavekî ji paş ve neavêt û ji bawerîya xwe tawîz neda, ti dem jî ji gotina heqîyê paşve nemaye.

Mele Şikrî, ji ber nasnameya xwe ya Îslamî çend caran tehdîdan girtibû, ji ber xebatên xwe yên Îslamî tehdîdên ji wî re jî zêde bûbûn. Mele Şikrîyê ku daxwaz dikir dînê Xwedê li ser dinyayê hakim bibe, li her derê ku diçû qala Îslamê dikir û xebatên wî jî li ser însanan tesîr dihêşt, ji ber vê yekê PKKê jî ji bona ku wî li ber çavên xelkê reş nîşan bide dest bi îftîrayan kiribû.

PKKyî yên ku dîtin xelk bi îftîrayan emel nake, piştî nimêjeke eşayê çûn mala ku Mele Şikrî li wê derê mêvan e û bi behena pirsîna pirsan gazî wî kirin û wî derxistin derve, di encama derxistina derve de Mele Şikrî û Mele Mihyedîn di kemînekî xaînî de hatin qetilkirin.

Mele Şikrî û Mele Mihyedîn, di salvegera şehadeta xwe de ji teref hezkirî û hevaldozên wan ve cardin bi rehmet û minnet tên yadkirin.

(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir