• DOLAR 32.258
  • EURO 34.758
  • ALTIN 2401.248
  • ...
Li Ozbekistanê teqîn: Mirîyek û 163 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, li navçeya Sergelîya Taşkentê di depoyekî de pêk hat.

Li gorî medyaya welat di depoya şîrketa Inter Logisticsê de ji ber sedemeke ku nediyare teqînek pêk hat û di encama teqînê de şewat derket.

Piştî bûyerê ji herêmê re gelek ekîbên îtfaîye, tenduristî û lêgerîn û xelaskirinê hatin sewqkirin.

Li gorî diyarîyên ewil di encama bûyerê de zarokekî 15 salî canê xwe ji dest da 163 kes jî birîndar bûn.

Bi şîdeta teqînê avahîyên derdorê xesarê dîtin.

Wezareta Tenduristîyê diyar kir ku ji birîndaran 24ê wan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin, 139 mexdûr jî li pîya hatin dermankirin.

Li gorî medyaya welat di depoya ku teqîn pêk hat de pîl û amûrên ceryanê hebûne.

Xebatên ekîban li herêmê berdewam dike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir